ÇáÝä æÇáËÞÇÝÉ æÇáÊÑÇË åæíÉ ÇáÔÚæÈ ... ÝáäÍÇÝÙ Úáì ÊÑÇËäÇ ÇáÝáßáæÑí ÇáßÑÏí ..... áãÊÇÈÚÉ ÂÛÇäí ÇáãáÇÍã ÇáßÑÏíÉ æÇáÊÑÇËíÉ ÇÖÛØ åäÇ  ::::   ÃÍÈÊí ÒæÇÑ ãæÞÚ ÊíÑíÌ ÚÝÑíä ..... ÞÑíÈÇð ÓíÚæÏ ÇáãæÞÚ Åáì äÔÇØå ÇáÓÇÈÞ . ::::   ÂÎÑ áÞØÇÊ ÈÚÏÓÉ ÊíÑíÌ ÚÝÑíä .... ÔÇåÏ ÇáÕæÑ  ::::    ÔÇåÏ ÇáÂä ßáíÈ ÊíÑíÌä ÚÝÑíä 4.... ÊíÑíÌ ÑæÌ ÂÝÇ - ÇáÌÒÁ ÇáÑÇÈÚ  ::::    ÇáæÏíÇä Ýí ãäØÞÉ ÚÝÑíä ... ÇÞÑà ÇáãÒíÏ  ::::    ÓíÇÍÉ ãä ÊÑÇËäÇ ÇáÔÚÈí ..... ÇáãÖÇÝÇÊ Ýí ãäØÞÉ ÚÝÑíä æÏæÑåÇ ÇáÇÌÊãÇÚí  ::::   ÃåáÇ Èßã Ýí ãæÞÚ ÊíÑíÌ ÚÝÑíä ....... Hûn bi xêr hatin :::: 
EN
Fri - 26 / Apr / 2024 - 16:14 pm
 
 
http://www.tirejafrin.com/site/bayram.htm
ÇáÒÇæíÉ ÇáÃÏÈíÉ »
Ji Kaniyên Yezdaniyê - Xelek - 27
Ji Kaniyên Yezdaniyê Xelek - 27 Bi navê Xwedayê Gewre û Mihirvan Dr. Sozdar Mîdî - E. Xelîl / wergera ji erebî: Mustefa Reşîd Ayîna Mezdekî (beşê sêhem) Felsefeya Mezdek ya Civakî di Jêderên Îslamî da Cudahiya çînayetî: Di sedsala pêncan z. da sê çînan desthilatdarî, çand û saman di civaka ariyanî da di dest xwe girtibûn: 1 - Çîna şervanan, malbata padîşahî jî di nav da. 2 - Çîna oldaran (oldarên ayîna Zerdeştî). 3 - Çîna derebegan (xwediyên erd û zeviyan). Çîna bazirganan, çîna cotkaran, çîna karkeran û çîna koleyan ser bi van hersê çînan bûn. Abora welat bi giştî ji abora derebegî û ya koletî pêkdihat. Di her demekê da gengaz û mimkin bû ku mirov - jin dibe yan mêr dibe - azadiya xwe wenda bike û bibe kole. Mafê serwerê koleyan hebû ku hemû şiyana koleyan ji xwe ra biçewisîne, yan wan bifiroşe, yan jî wan diyarî kesekî din bike. Civakên ariyanî di wê serdemê da zordariyeka çînayetî qirêj dikişandin. Bi sedema şerê Sasanî-Bîzantî bac û kode (serane, zeviyane, pûşane, salane) li ser gel pir giran bûbûn, dewlemend dewlemendtir dibûn, xizan û perîşan jî bêhtir dibûn. Koletî jî bûbû tiştekî têkil ji koletiya laşî û koletiya derûnî. Şoreşa mezdekî bersiveka civakî bû ji vê rewşê ra. Gelo ew çawa bû? Dîroknas û hin gotûbêj: Piraniya agahdariyên ayîna mezdekî di hin jêderên îslamî da hatine. Wisa tê xuyakirin ku dîroknasên îslamî ew agahdarî ji jêderên farisî wergirtine. Emê li jêr, li gor rêzhatina dîrokî, hin tiştên ku dîroknasan gotine bînin ziman. • El Tabarî ÇáØøóÈóÑí (923 z. miriye) gotiye: \"Li gor Mezdek, Xweda rizq li ser zemînê daniye ku mirov bi awayekî hevpar (wekhev) di navbera xwe parvebikin. Lê belê, hin mirovan zordarî li hinên din kirine. Mezdekiyan angaşt kiriye ku ew ji bo xizanan, ji dewlemendan dibin; ji kesên ku pir di dest wan da heye dibin û didin kesên ku hindik di dest wan da heye. Kesên ku pir dirav, jin û tişt di dest wan da heye, ew ji bilî (ẍeynî) xwe, ne hêjatirin. Ew kesên nizim, ev keys bi dest xwe va anîn û ew tişt dibirin. Helbete, yên xizan piştgiriya Mezdek û alîgirên wî kirin. Mirov ketin bela wan û ew bi hêz bûn heya ku diketin malan û bi darê zorê tişt ji xelkê distandin\" . • El Maqdîsî ÇáãóÞúÏöÓí (Mutehher bin Taher, sala 966 z. miriye) gotiye: Rewş di dema padîşahê Sasanî Qubad da pir têkçûbû. Wê hîngê Mezdek xuyabû û \"ew mirovekî mizêwir bû\", wî doza belavkirina samanê kir û \"kesên ewan û alîgirên tevliheviyê piştgiriya wî kirin... diketin malên xelkê û êriş dikirin ser malbatên wan, hebûnên wan, jin û koleyên wan\". Kî di rêya wan da rawestiya dikuştin. Qubad nema dikarîbû tiştek bikira. \"Ew ji ser text danîn û xistin zindanê, birayê wî Camesp danîn ser textê padîşahiyê; jiyana xelkê genî bû, kok û binyata wan tevlihev bû, êdî zarok bavê xwe nasnedikir\" . • Meskewê ãöÓúßóæóíå (sala 1030 z. miriye) dibêje ku Mezdekiyan wekheviya parvekirina samanê bi darê zorê ferz kir, ji dewlemendan distandin û didan xizanan û digotin ku \"kesê saman û xurek li ba wî pire, yan jî jin û tiştên din, ew ji bilî xwe, ne hêjatire\" û ku ewan û alîgirên tevliheviyê piştgiriya Mezdek kirine, \"ew diketin malên xelkê, bi darê zorê saman û jinên wan jê distandin û wan nikarîbûn ku nedin... demek pir derbas nebû heya ku tikesî bavê xwe nasnedikir, ne jî bav kurê xwe nasdikir\" . • El Şehrestanî ÇáÔøóåúÑöÓúÊÇäí (sala 1153 z. miriye) gotiye: \"Mezdek rê nedida xelkê ku li dij hev rawestin, dijminahiya hev bikin û hevdu bikujin. Piraniya van tiştan bi sedema jinan û samanê pêkdihatin, wî jin û saman helal kirin û kir ku xelk di van tiştan da hevbeş be, wek hevbeşbûna wan di avê, agir û çêrgehên sewalan da\" . • Ibin El Ethîr ÇÈä ÇáÃóËíÑ (sala 1233 z. miriye) derbarê pêximberiya Mezdek gotiye: \"Wî angaşt kiriye ku ew doza rêbaza Îbrahîm El Xelîl dike, wek ku Zerdeşt jî wisa kiriye. Tiştên heram û xirab helal kirin, xelk di hebûn û samanê da, di hebûna jinan, koleyan û cariyeyan da kirin wek hev, daku tikes di titiştî da ji yê din ne baştir be, wisa alîgirên wî ewan kesên nizim pir bûn, .... Mezdek jina filan kesî dibir û dida kesekî din û wisa jî di saman, kole û cariyeyan da û di hebûna gund û zeviyan da jî\" . Ibin El Ethîr dîsa gotiye ku dema Kisrayê Yekem fermana kuştina Mezdek daye, ferman daye ku hemû kesên di parvekirina samanan da beşdar bûne jî bêne kuştin. Hemû saman ji xwediyên wan ra vegerand û ferman da ku her zarokê ji şûbûna (zewaca) hevbeş peyda bûye li ser yê herî nêzîkî wî bê tomarkirin. Ferman da ku qelengê her jinekê ji nû va bê standin, ewa ku li gor rêbaza mezdekî şû bûye. Jin dan ber daxwaza wan, yan bimînin yan jî cuda bibin, û heger berê mêrekî xwe hebû, hîngê diviyabû ji wî ra bê vegerandin . • Ibin Qiyem El Cewziye ÇÈä Þóíøöã ÇáÌóæúÒöíøÉ (sala 1350 z. miriye) gotiye ku Mezdek û alîgirên wî \"angaşt kirine, ewên ku saman, tişt û jin li ba wan bêhtirî pêwîstiya wan li ba wan hebe, ew ne ji bilî xwe hêjatirin. Ji xelkê xwastiye ku li ser şopa wî biçin û weke wî di hebûna saman û malbatê da bikin... kesên nizim ev derfet bi karanîn û bûn alîgirên Mezdek û dostên wî. Ji kesên tolaz ra rê hate vekirin ku daxwazên xwe bi cih bîne û bigihîne jinên çîna serdest. Xelk ket bela wan û ew bihêz bûn heya ku diketin malên xelkê û bi darê zorê hebûn û jinên wan dibirin\" . • Ibin Xeldûn ÇÈä ÎóáúÏõæä (sala 1406 z. miriye) gotiye ku \"Mezdekê zendîq mirovekî rewaker bûye, milk û samanê xelkê helal dikir ku nabe tikes bêje ev tişt yê min bi tenha ye, ne tişt û ne mal, hemû tişt di nava gel da kire hevbeş, her kes tiştê ku bixwaze dibe\" . • El Qelqeşendî ÇáÞóáúÞóÔóäúÏí (sala 1418 z. miriye) derbarê Mezdek gotiye: \"Pêximberî angaşt kiriye, dijminahî û kîn qedexe kirine, û ji ber ku ev tişt bi sedema jin û samanê pêktên, ferman daye ku hevbeşbûn û wekhevî di van tiştan da hebe. Qubad daye pey wî. Wisa mirovên nizim gihîştin jinên dewlemendan û wisa xirabiyeka pir mezin peyda bû\" . Niha ma ku em rastiya felsefeya Mezdek ya civakî nasbikin? Çarşemb, 27.04.2016 Jêder - Al Tabari, dîroka pêximber û padîşahan, 2/92. - Al Maqdisi, Destpêk û dîrok, 3/167 - 168. - Miskawiye, Tejarum Al Umen we taaqub al himam, 1/174. - Al Shahrastani, Al Milel we al Nihal, 2/54. - Ibin Al Athir, Al Kamel fi Tarix, 1/377. - Ibin Al Athir, Al Kamel fi Tarix, 1/377 - Ibin Qiyam Al Jawziye, Al Muntazim fi Tarix Al Muluk we Al Umem, 2/108. - Ibin Xeldûn, Dîroka Ibin Xeldûn, 2/208. - Al Qalqashandi, Sobuh Al Aaaşa, 5/285.

åá ÊÑÛÈ Ýí ÇáÊÚáíÞ Úáì ÇáãæÖæÚ ¿

ÅÓãß :
ÇáãÏíäÉ :
ÚäæÇä ÇáÊÚáíÞ :
ÇáÊÚáíÞ :


 
 |    ãÔÇåÏÉ  ( 1 )   | 
http://www.tirejafrin.com/index.php?page=category&category_id=204&lang=ar&lang=ar