الفن والثقافة والتراث هوية الشعوب ... فلنحافظ على تراثنا الفلكلوري الكردي ..... لمتابعة آغاني الملاحم الكردية والتراثية اضغط هنا  ::::   أحبتي زوار موقع تيريج عفرين ..... قريباً سيعود الموقع إلى نشاطه السابق . ::::   آخر لقطات بعدسة تيريج عفرين .... شاهد الصور  ::::    شاهد الآن كليب تيريجن عفرين 4.... تيريج روج آفا - الجزء الرابع  ::::    الوديان في منطقة عفرين ... اقرأ المزيد  ::::    سياحة من تراثنا الشعبي ..... المضافات في منطقة عفرين ودورها الاجتماعي  ::::   أهلا بكم في موقع تيريج عفرين ....... Hûn bi xêr hatin :::: 
EN
Tue - 30 / Apr / 2024 - 17:41 pm
 
 
http://www.tirejafrin.com/site/m-kamel.htm
الزاوية الأدبية »
Kurd Di Kûraniya Dîrokê Da ....... (Xelek 2)

Zincîra: (Kurd Di Kûraniya Dîrokê Da)
 (Xelek 2)
 Pêşiyên Kurdan Di Çerxa Madenî Da
Nivîskar: Dr. Ehmed Xelîl.
 Çavdêriya zimanî: Mustefa Reşîd
Di navbera salên 5600 - 4000 berî zayînê da, pêşiyên me derbasî Çerxa kevirî madenî (mêtal) bûne û li kêlek keviran, maden (mêtal) jî ji bo çêkirina alavên malê û yên zeviyan bi kar anîne, bi ser da jî pisporiya karan destpêkirine û yekemîn car bûye ku têkiliyên bazirganî di rêya bihevguhertinê ra diyar bûne (1).
Keç û Teşiyên Dêyan:
Bi giştî, pêşiyên me, di navbera salên 10.000 – 4.000 berî zayînê da, li başûrê çiyayên Zagros ta başûrê Enadolê, bizin, mîh, pezkovî û çêlek xwedî kirine, li hin deveran wek Jermo, li nêzîkî Kerkûkê, takegund jî ji zû da avakirine, li her cihekî bîst heya bîst û pênc xaniyan avakirine, û tê texmînkirin ku hejmara rûniştevanên her gundekî digihîşt 150 sed û pêncî kesî.
Aboriya pêşiyên me genim, cihe, nîsk, colban, fistiq û palût bû. Ji hêla sazkarî da, pêşiyên me alavên xwe ji keviran, qermît û mêtal çêdikirin, wek: bivir, bêr, aş, hewan, qulpên deriyan, destar, kefçî, gustîl û bazin. Ne wena tenê, lê pirê wan alavan bi awayên xweşik neqiş kiribûn, bi rastî tiştekî seyr bû çaxa min li gundê Şudûd didît çawa dapîra min Xan û hin pîrekên din, kûpên avê yên qermîtî bi destan durist dikirin û di nav agir da dihêştin, ji bo ku hişk bibin.
Gelî xûşk û birakan, biborin, ez ta niha keseran li ser ava wan kûpên neqişkirî dikişînim, di germa havînê da çiqas hênik bû! Ciqas xaşik bû! Kanî ava avsarkên niha ji ava wan kûpan?! Wê çaxê ez dor heft heyşt salî bûm, ma min dizanî ku pîrekên Şudûdê destê dapîrên pêşiyên me, yên perî 7000 sal dijîn, rakiribûn?! Ma ne raste ku "Dar li ser koka xwe radibe"?! û "Keç teşiyên dêyan radikin"?!
Piştî van qonaxan, gelo pêvejoya pêşiyên me bi kû va çû?
Birastî, jêderan ez li benda tiştekî gelek balkêş û seyr rawestandim; ew jî mijara pêşiyêm me û Şaristaniya Guzana ye, vê mijarê gelek derî û pencere di kûraniya dîrokê da ji min ra vekirin, û hêşt ku ez bersivên hin pirsên girîng bi dest xwe va bînim.
Mizêwiriya Dagîrkeran:
Berî her tiştî, di babeta Şaristaniya Guzana da, min destê xwe danî ser yek ji awayên mizêwiriya dagîrkerên Kurdistanê; ewa jî eve:
Ji bo ku dagîrker damarên me bincil bikin, dîroka me ji ber çavan rakin, navê me ji bîr û baweriya gelên cihanê giştiyan bavêjin, me bikin çûka ser hej, ne tenê navên deşt, newal, ciya, gund û bajarên me guhartin, lê keleşên xwe - rewşenbîrên qamçîbaz - beradan nev dîroka Rojavayê Asiyayê, ji bo ku her tiştekî têkeliya xwe bi Kurd û Kurdistanê ra heye zirkin, navên Faris û Tirk û Ereban biserxînin.
Wek nemûne li ser mizêwiriyên dagîrkeran, ezê bûyera Şikefta Duderiyê pêşkêş bikim:
Ev Şikeft - wek berê min gotibû - li devera Efrîn, li Rojavayê Kurdistanê dikeve, Efrîn bixwe navê wî çemî ye ku ji hêla bakur da  di Deşta Cûmê û Deşta Hemqê ra diherike û tevlî Ava Reş û Çemê Asî dikevin Gola Hemqê  û ji wir ava hersê çeman dikeve Deryaya Sipî. Ciyayî Lêylûn li rojhilatê Deşta Cûmê dikeve, Şikefta Duderiyê li kenara bakur-rojavayê Ciyayê Lêylûn dikve, navbera gundê Gezêwiyê û gundê Birca Avdalo, dor deh kîlometran li başûrê gundê me Kurzêl.
Çaxa grûpek ji pisporên bermayan yên biyanî, Şikefta Duderiyê berçav kirin û têda termê zarokekî dîtin, temenê xwe dor 100.000 sed hezar sale, ango ji çerxa kevirî yê tewrî kevine, dîtin ku eva bûyereka dîrokiya herî balkêşe, û pêwîste wê bixin nav rûpelên jêderên cihanî. Lewra xastin ku navekî jêra bibînin, helbet hin ji gelê gundên wan derdorê bi wî grûpî ra kar dikirin, ji wan pirsîn: Navê vê şikeftê çi ye? Gotin: Navê xwe (Duderî ye), cimkê şikeft bi du deriya ye, rabû girûp nav tomarkir (Şikefta Duderiyê), lê berpirsiyarên bermayan yên Sûriyê ev navê kurdî nepejrandin, xwestin ku navê şikeftê bi zimanê Erebî di jêderan da were tomarkirin, lê serekê girûpê yê biyanî qayil nebû ku dîrokê zir bike, û nav tomarkir (Şikefta Duderiyê), lewra nav wena ma.   
Ev mizêwiriya ku di bûyera Şikefta Duderiyê da tê xuyakirin, di navê Şaristaniya Guzana da jî tê xuyan, çimkê di nav koça sedsalên dagîrkeriyê da, navê Girê Guzana hat wendakirin û rewşenbîrên qamçîbaz navê Girê (Helef) yê Erebî xistin şûnê û wisa bi vî navî di jêderan da hat tomakirin. Erê, ma ji bo çi ewê wena nekin? Ma ne dahol ya wane û gopal yê wane û bi awayê ku ew dixwezin sazdikin û li ber bazdidin?
Jêder:
(1) Fadil Ebdil-Wahêd û Amir Silêman: Jêdera navborî, rû 12, 13.
dralkhalil@hotmail.com

2/8/2012


تعليقات حول الموضوع

mohamed dimilya | 3 8 2012
ez kefxwesim bi nerinin te yen koltiri mitoloji go tu bi me bi bir tine ew rastiya go bi kevnewaren mera hatiye jiyan kirin divirda diyare go ciqas em di diroka xweda zengin bon u pesketi bon ev ispate go em kurd qewome heri kevinin u xwedane sehristaniyek pir mezinin le iro dixwezin tarixa me honda bikin gereke em afrina xwe bi ve rastiye de bidin mesandin spas biry min tu gerek diha xwe pesve bibe kanibi milet bi axeva bide gredan u qewomiyete ye go tarixe bas bi kar tine ewji milete afrin e ye
15:47:02 , 2012/08/03


هل ترغب في التعليق على الموضوع ؟

إسمك :
المدينة :
عنوان التعليق :
التعليق :


 
 |    مشاهدة  ( 1 )   | 
http://www.tirejafrin.com/index.php?page=category&category_id=204&lang=ar&lang=ar