الفن والثقافة والتراث هوية الشعوب ... فلنحافظ على تراثنا الفلكلوري الكردي ..... لمتابعة آغاني الملاحم الكردية والتراثية اضغط هنا  ::::   أحبتي زوار موقع تيريج عفرين ..... قريباً سيعود الموقع إلى نشاطه السابق . ::::   آخر لقطات بعدسة تيريج عفرين .... شاهد الصور  ::::    شاهد الآن كليب تيريجن عفرين 4.... تيريج روج آفا - الجزء الرابع  ::::    الوديان في منطقة عفرين ... اقرأ المزيد  ::::    سياحة من تراثنا الشعبي ..... المضافات في منطقة عفرين ودورها الاجتماعي  ::::   أهلا بكم في موقع تيريج عفرين ....... Hûn bi xêr hatin :::: 
EN
Tue - 30 / Apr / 2024 - 17:06 pm
 
 
http://www.tirejafrin.com/site/m-kamel.htm
الزاوية الأدبية »
Kurd Di Kûraniya Dîrokê Da ....... (Xelek 1)

Zincîra: (Kurd Di Kûraniya Dîrokê Da)
 (Xelek 1)
Pêşiyên Kurda Di Çerxên Kevirî Da
Nivîskar: Dr. Ehmed Xelîl.
Çavdêriya zimanî: Mustefa Reşîd
Dîrok û Rastî:
Ramanbîrê Fransî Rîşar Labîvyêr, di gotineka xwe da dibêje: "Eger dîrok were veşartin, rastî tê veşartin".
Bêguman ev gotina pendeka gelek nirxbiha û hêja ye, û li ber ronahiya wê mirov dikare bigihîne sedemên ku dagîrker dîrokê Kurdan davêjin nav şevreşiyê, û dixwazin bîreweriya gelên Rojhilata Navîn ji Kurd û Kurdistanê vala bikin. Ne wena tenê; lê bi ser da jî dibêjin: Kurd ne gelin, Kurd mişext û koçberin, bê kok û warin.
Erê, eger Kurd gel bin, ma ne pêwiste ku xwedî war bin? Û eger xwedî war bin, ma ne pêwiste ku bi azadî û serbixwe li ser warê xwe bijîn? Bi rastî, dagîrker her û her xemgînên vê pirsa dawiyê ne; belê, tirsa dizên welatan ya tewra mezin ji rastiya dîrokî ewe, ku xwediyên rastîn yên wan welatan derkevin û hewlbidin ku welatên xwe rizgar bikin.
Li hemberî van gotgot û hewildanên dagîrkeran, werin em binêrin ka dîrok çi dibêje? Gelo Kurd mişextin an xwedî kok û dîrokin?!
Gerek Di Çerxên Kevirî Da:
Tê zanîn ku welatê me (Kurdistan) ji Gola Ormiyê da, li hêla rojhilat, dest pê dike, heya bi Çiyayê Kurmênc (Efrîn) li hêla rojava (li bakur rojavayî Sûriayê), û ji Çiyayê Agirî li hêla bakur, dest pê dike, heya Loristanê li hêla başûr. Erdnîgariya Kurdistanê dor 200,000 mîlên çarkoşe (= 500,000 kîlomitrên çarkoşe), jê 43% di Tirkiyê da ye, 31% di Iranê da ye, 18% di Iraqê da ye, 6% di Sûriyê da ye, 2% di Komarên Yekîtiya Sovyêt yên berê da ye(1).
Ev rastiya dihêle ku mirov bipirse: Gelo ev çitil mişext û koçberên ku  erdnîgariya wan evqas firehe?! Xencî vê jî, eger Kurd di vê erdnîgariyê da mişext û koçberin, ma ev erdnîgariya fireh gişt vala bû? Helbet, na. Vêca, kî xwediyê vê erdnîgariyê bû? Û çawa Kurdan ev erdnîgariya ji dest wan girt? Gelo ew qir kirin, an ew koçber kirin? Eger ew qir kirin, an koçber kirin, ma di kîjan jêderan da ev bûyerên giran hatin gotin?
Helbet, ji bo ku ez bersivên van pirsan bi dest xwe va bînim, pêwîst bû ez gelek jêderan di bin çavan ra derbas bikim û ber bi kûraniya dîroka Rojavayê Asiyayê herim, çimkê pirên caran mezinên gundê me digotin: "Dar li ser koka xwe radibe", û lewra, min bixwe ra digot: Em - gelê Kurd - darin, dareka gewre ne, neçare  em bê kok bin. Yaho, ku em bê kok bûna çawa emê ta îro bimana?! Çawa emê ta îro xwedî ziman û kultûr bûna?! Ma dibe ku em li ser destên dagîrkeran rakevin û bawer bikin ku em bê kokin?!
Belê, pêwîst bû ez ber bi kûraniya dîrokê da herim, koka gelê xwe di jêderan da  vekolînim; çmkê jêder dergehên dîrokê ne. Çaxa min jêder pelandin, min dît ku zincîrên çiyayên Zagros û Toros û derdorên wan, cihê pêşiyên bav û kalên me bûn, lê bi rastî ez şat mat mam, çaxa ku lê hay bûm ku ev erdnîgariya bixwe jî landika şaristaniyê ye li Roiavayê Asiyayê; dîroka wê şaristaniyê tewra kevin ji Çerxa kevirî ya kevin (çerxa Palyolîtîk) da  dest pê dike; ango berî 10.000 deh hezar sal berî zayînê, bermayên wê çerxê li pir waran di Kurdistanê da hatine dîtin, ji Geliyê Sor, li nêzîkî Kermenşahê, ta Şikefta Duderiyê, ku li nêzîkî çemê Efrîn dikeve(2).
Di Çerxa kevirî ya navîn (çerxa Mîsolîtîk) da, dur 10.000  deh hezar sal berî zayînê, şaristanî li deverên Kurdistanê ber bi pêş da çû, êdî pêşiyên me ajel perwerde kirine, û dest bi avakirina xaniyan kirine, hin ji wan xaniyan gilover bûn, caxa ez di salên pênciyan da- ji çerxa pîstan- diçûm ba dapîra xwe Xan û bavpîrê xwe Şem, li gundê Şudûd, yê ku dor 40 kîlomitran li bakor-rojavayê bajarê Helebê dikeve, min ew xaniyên gilover didîtin(3).
Di  Çerxa kevirî ya nû (Niyolîtîk) da, dor 9.000 neh hezar sal berî zayînê, şaristaniyê li erdnîgariya pêşiyên me gavna baştir ber bi pêş va avêtine, pêşiyên me di vê cerxê de karê çandiniyê bi dest xwe xistine, perwerdekirina ajelan bi pêş da birine, û ji pergala (civandina xwarinê) derbasî pergala (çêkirina xwarinê) bûne; erê hinekî xwe ji desthillatdariya sirûştê rêzgar kirine, ho bûne ku sûdê ji sirûştê bigirin. Bêguman eva gaveka gelek girîng bû di pêvajoya mirovatiyê da(4). 
Jêder:
(1) Mehrdad R. Izady: The Kurds, Crane Russak, Washington- Philadelphiya – London,1992, p. 1.
(2) Cemal Reşîd: Diyarbûna Kurd di dîrokê da, beşê 1, rû 398 - 402. Û Fadil Ebdil-Wahêd, Amir Silêman: Baw û rêzikên gelên Kevin, rûpel 10.
(3) Cemal Reşîd: Jêdera navborî, rû 408, 410. Û Fadil Ebdil-Wahêd, Amir Silêman: Jêdera Navborî, rû 11.
(4) Cemal Reşîd: Jêdera navborî, rû 415, 416. Û Fadil Ebdil-Wahêd, Amir Silêman: Jêdera Navborî, rû 11, 12.
dralkhalil@hotmail.com

6/7/2012


هل ترغب في التعليق على الموضوع ؟

إسمك :
المدينة :
عنوان التعليق :
التعليق :


 
 |    مشاهدة  ( 1 )   | 
http://www.tirejafrin.com/index.php?page=category&category_id=204&lang=ar&lang=ar