ÇáÝä æÇáËÞÇÝÉ æÇáÊÑÇË åæíÉ ÇáÔÚæÈ ... ÝáäÍÇÝÙ Úáì ÊÑÇËäÇ ÇáÝáßáæÑí ÇáßÑÏí ..... áãÊÇÈÚÉ ÂÛÇäí ÇáãáÇÍã ÇáßÑÏíÉ æÇáÊÑÇËíÉ ÇÖÛØ åäÇ  ::::   ÃÍÈÊí ÒæÇÑ ãæÞÚ ÊíÑíÌ ÚÝÑíä ..... ÞÑíÈÇð ÓíÚæÏ ÇáãæÞÚ Åáì äÔÇØå ÇáÓÇÈÞ . ::::   ÂÎÑ áÞØÇÊ ÈÚÏÓÉ ÊíÑíÌ ÚÝÑíä .... ÔÇåÏ ÇáÕæÑ  ::::    ÔÇåÏ ÇáÂä ßáíÈ ÊíÑíÌä ÚÝÑíä 4.... ÊíÑíÌ ÑæÌ ÂÝÇ - ÇáÌÒÁ ÇáÑÇÈÚ  ::::    ÇáæÏíÇä Ýí ãäØÞÉ ÚÝÑíä ... ÇÞÑà ÇáãÒíÏ  ::::    ÓíÇÍÉ ãä ÊÑÇËäÇ ÇáÔÚÈí ..... ÇáãÖÇÝÇÊ Ýí ãäØÞÉ ÚÝÑíä æÏæÑåÇ ÇáÇÌÊãÇÚí  ::::   ÃåáÇ Èßã Ýí ãæÞÚ ÊíÑíÌ ÚÝÑíä ....... Hûn bi xêr hatin :::: 
EN
Fri - 19 / Apr / 2024 - 17:40 pm
 
 
http://www.tirejafrin.com/site/m-kamel.htm
ÇáÒÇæíÉ ÇáÃÏÈíÉ »
Ji Kûraniya Dîrokê Xelek - 1
Ji Kûraniya Dîrokê Xelek – 1 Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) / wergera ji erebî: Mustefa Reşîd Sultan Selaheddînê Eyyûbî 1 - Berpirsiyariya Neteweyî Gel û navdarên wan: Navdarên gelan ji stûnên kelepora wan ya here girîngin; ew mîna stêrkanin ku nifşên nû bi saya wan rêya rast û durist dibînin; ew mîna sembol û nîşananin, baweriya xwe bi xwe di derûna neteweyî da diçespînin. Ew rêberin û nifşên nûgihayî hêrzan û giyanê têkoşînê ji bona paşerojeka baştir ji wan werdigirin. Ji lew ra, gelên pêşketî di kûraniya dîroka xwe da li navdarên xwe digerin - li wan vedigerin; jînenîgariyên wan dinivîsînin, pêkhatiyên wan tomardikin û dixin ekolên dibistanên xwe; ji wan ra peykeran durist dikin. Ji bona bîranîna xebat û keda wan semînar û konferansan li dardixin. Ne bi tenha ev jî, hin neteweyan rûpelên reş yên hin navdarên xwe guherandine û kirine rûpeline sipî; çavên xwe ji zordariyên wan di siyasetê û çandê da badidin aliyekî û li dor wan seywaneka efanewî durist dikin û wan dikin kesên pîroz. Padîşahê Sasanî Kisrayê Yeken (ji 531 - 579 serdarî kiriye) qirkirinên bi tirs û sawîr anîne serê alîgirên ayîna Mezdekî-Ariyanî. Lê tevî wê jî Farisan ew wek payedartirîn padişahên xwe hejmartine û leẍema (Eno Şerwan), yanê (padîşahê bextewar) lêkirine. Di serdema xelîfeyê Ûmewî Ebdulmelik bin Merwan da (ji 685 heya 705 z. serdarî kiriye), Ke\'beya Misilmantiyê li bajarê Mekkê bi mencenîqê kevir û ber lê barandin, daku zora xelîfeyê dijber Ebdullah bin Zubeyr bibin. Lê dîsa jî ew li ba Ereban ji payebilindên xelîfeyane û leẍema (Ebo El Muluk= Bavê padîşehan) avêtin ser. Sultanê Osmanî Muhemedê Duwem (ji 1451 - heya 1481 z. serdarî kiriye) dema ku sultantî wergirt ferman da ku hemû birayên wî bikujin daku tikes ji wî ra wek dijber nemîne û zagonek derêxist ku vê şopê ji yên pişt wî ra jî rewa dike. Lê tevî wê jî, ew li ba Turkan ji payebilindên Sultanan têye hejmertin û leẍema (rizgarkirê Kostantîniyê) avêtin ser. Belê, bi vî awayî gelên din bi navdarên xwe ra didin û distînin, çavên xwe ji karên wan yên neyînî didin aliyekî û çavên xwe tenha didin ser karên wan yên erênî. Lê sebaret bi hin Kurdan, mijar bi temamî bi vajayî vê yekê ye. Ji bilî nezaniya wan bi jînenîgarî û keda pir navdarên me, hin Kurdên me zûka dibezin û hin navdarên me eblese dikin; ew kesên ku di qada rojhilata navîn da navdarin û hinek di qada cîhanî da jî navdarin. Heya niha me tikes ji navdarên Kurd yên kevin nedîtiye ku jînenîgariya wî ji hêlekê da bi çewtî hatibe fêhmkirin û ji hêla din va, heya di gora xwe da jî, bûbe armanca pir neheqiyan mîna Sultan Selaheddînê Eyyûbî. Evin li jêr hin tiştên hûrik û berfireh ji vê diyardeyê. Berpirsiyariya neteweyî: Di sala 1991-an da Kurd li başûrê Kurdistanê li dijî rêjîma xwînrêja faşîst raperiyan û dane xuyakirin ku ew dixwazin serdariya xwe bi xwe bikin. Rêjîmê yekser bi hemû çekên xwe yên kavilker êriş anî ser herêmên kurdî; wisa wê koça bobelata milyonî destpêkir û ev bobelata Kurd bû mijara seranserê cîhanê. Di wê demê da ez li herêma Efrîn (Çiyayê Kurmênc) bûm, û tê bîra min çawa televîziyona rêjîma Bee\'sî sûrî hin dîmen ji wê bobelatê pêşkêş dikirin. Wê hîngê hên bûyerên bobelata Helebce yên sala 1988-an li ber çavan bûn û zindî bûn. Hin malbatan serbiser ji warên xwe bazdabû, hinek li ser xwarinê bûn dema bobelatê destpêkir, hin dayîk ketin xwar û mirin û landikên wan li ber wan bûn, kal û pîr li pêş xaniyên xwe ketibûn xwar û miribûn... Dîmenên wisa boblat bûn ku dil pê xwîn dibûn û çav tijî hêstir dibûn. Rêjîma sûrî ev dîmen nîşan didan ne ku ji Kurdan hezdikir, ne jî ku li wan dibaniya. Na, tenha ji ber dijayetiya wê bi rêjîma Bee\'sî îraqî ra û bi serokê wê Seddam Huseyn ra. Helbet, dijberiya herdu rêjîman di dema Seddam û Hafiz Esed da pir tûj bû. Erê, ew bûyerên Helebce di bîreweriya kurdî da bi bobelata koça milyonî ra gihîştin hev, û hêşt ku Kurd hên bêhtir bi hestên zorlêkirin û elawetmayînê xemgîn bibin. Rojekê ji rojan ez rastî hin dostan hatim û em li ser van bobelatên ku li pey hev têne serê Kurdan axivîn. Yekî ji beşdaran kîna xwe herikand ser Selaheddînê Eyyûbî û hinên din jî piştgiriya wî kirin, çima? Ji ber ku Selaheddîn - li gor gotina wan - dewleteka serbixwe ji bo Kurdan avanekir. Heger wisa kiriba, hîngê ev bobelat û ev kuştin û ev şerpezebûn nedihatin serê Kurdan. Heya niha jî hin Kurd hene bawer dikin ku Selaheddîn berpirsiyarê mezine ji ber vê rewşa kambax ku gelê Kurd têda dijî, û wan sedemên neyînî qirêj nasnakin, ewên ku bi dirêjahiya 25 sedsalan di şoreşên Kurdan da her beşdar bûn û heya niha jî di tevgera rizgariya kurdistanî da hên jî beşdarin û hene. Ew tabûrên tirsonekan, nemerdan, debe û eĥmeqan, noker û çeteyan jibîr dikin, ewên ku berê jî û niha jî belaya serê neteweya me ya Kurdin. Behaneya ewên ku kîna wan li ser Selaheddîn heye, ewe ku cîranên me yên Ereb, Faris û Turk Îslametî ji bona berjewendiyên neteweyên xwe bi karanîn û di bin alaya Îslametiyê da padîşahî û emperatorî avakirin. Wisa desthilatî, çand û saman di dest xwe da girtin, çanda xwe pêşva birin û ji neteweya xwe ra rabirdoyeka payedar durist kirin. Li hêla din, Selaheddîn hêza xwe, hêza malbata xwe û ya êla xwe, ked û hêza pir êlên din yên Kurdan jî bi xwe ra xiste xizmeta Îslametî û Misilmanan li rojhilata navîn; mezintirîn êrişa Xaçeperestan li ser rojavayê Asiyayê têkbir. Ev jî bû sedem ku biryardarên siyaseta ewropayî di sedsala bîstan da dijminahiya Kurdan kirin û li dijî pêkhatina dewleta Kurdistan rawestiyan. Gelo rastî çawa ye? Emê berdewam bikin. Yekşem, 24.04.2016

åá ÊÑÛÈ Ýí ÇáÊÚáíÞ Úáì ÇáãæÖæÚ ¿

ÅÓãß :
ÇáãÏíäÉ :
ÚäæÇä ÇáÊÚáíÞ :
ÇáÊÚáíÞ :


 
 |    ãÔÇåÏÉ  ( 1 )   | 
http://www.tirejafrin.com/index.php?page=category&category_id=204&lang=ar&lang=ar