ÇáÝä æÇáËÞÇÝÉ æÇáÊÑÇË åæíÉ ÇáÔÚæÈ ... ÝáäÍÇÝÙ Úáì ÊÑÇËäÇ ÇáÝáßáæÑí ÇáßÑÏí ..... áãÊÇÈÚÉ ÂÛÇäí ÇáãáÇÍã ÇáßÑÏíÉ æÇáÊÑÇËíÉ ÇÖÛØ åäÇ  ::::   ÃÍÈÊí ÒæÇÑ ãæÞÚ ÊíÑíÌ ÚÝÑíä ..... ÞÑíÈÇð ÓíÚæÏ ÇáãæÞÚ Åáì äÔÇØå ÇáÓÇÈÞ . ::::   ÂÎÑ áÞØÇÊ ÈÚÏÓÉ ÊíÑíÌ ÚÝÑíä .... ÔÇåÏ ÇáÕæÑ  ::::    ÔÇåÏ ÇáÂä ßáíÈ ÊíÑíÌä ÚÝÑíä 4.... ÊíÑíÌ ÑæÌ ÂÝÇ - ÇáÌÒÁ ÇáÑÇÈÚ  ::::    ÇáæÏíÇä Ýí ãäØÞÉ ÚÝÑíä ... ÇÞÑà ÇáãÒíÏ  ::::    ÓíÇÍÉ ãä ÊÑÇËäÇ ÇáÔÚÈí ..... ÇáãÖÇÝÇÊ Ýí ãäØÞÉ ÚÝÑíä æÏæÑåÇ ÇáÇÌÊãÇÚí  ::::   ÃåáÇ Èßã Ýí ãæÞÚ ÊíÑíÌ ÚÝÑíä ....... Hûn bi xêr hatin :::: 
EN
Tue - 16 / Apr / 2024 - 10:15 am
 
 
http://www.tirejafrin.com/site/bayram.htm
ÇáÒÇæíÉ ÇáÃÏÈíÉ »
Jînenîgariya Pêximber Mezdek
Ji Kaniyên Yezdaniyê Xelek - 25 Bi navê Xwedayê Gewre û Mihirvan Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) / wergera ji erebî: Mustefa Reşîd Ayîna Mezdekî (beşê yekem) Jînenîgariya Pêximber Mezdek Destpêk: Belkî hinek bawer bikin ku peywira ayînan tenha ji bo rêvebirina mirovane ku di warê giyanî da bi xwedayekî taybet va bêne girêdan, û bi fermanên wî xwedayî va di perestin, rewişt û sincî, dan û standinên xwe da pêbend bin. Lê belê, rastî ewe ku di kûraniya her ayînekê da - çiqas ew pir giyanî bê xuyakirin jî - heya bi radeyekê pirojeyek heye, û di wî pirojeyî da her tiştê zanînî, nirxdarî, civakî, siyasî û aborî bi hev va hatine girêdan. Di her rewşan da ew piroje encama bandora hevbeşe di navbera du polan da: Polê arîşeyên ku têne ber wan û polê arezû û daxwazên wan. Li gor vê bandora hevbeş ya van herdu polan, her ayînek felsefeya xwe, dîtina xwe, rêbaza xwe, perestinên xwe, rewişt û danû standinên xwe û her wisa şêwazên xwe yên berevanî û êrişkariyê pêktîne. Niha derfet nîne ku em di vê babetê da nimûne û mînakan bidin. Lê belê, dema em jînenîgariya pêximberan bişopînin û rewşa civakên wan di çarçewa hawîrdorên wan û nirxdariya wan ya civakî, siyasî û aborî da dahûrînin, emê bibînin ku di her ayînekê da bi şêweyekî guhartineka giştî heye. Helbete, ayînên Yezdanî jî ne li dervayî vê rastiya dîrokî bûn. Me pêş niha ayînên Mîtrayî û Manewî bi lêkolîn girtibûn ber dest. Niha jî em ayîneka Yezdanî din digirin ber dest; ew jî ayîna Mezdekî ye, li gor pêximber Mezdek. Gelo jînenîgariya vî pêximberî çawa bû? Jînenîgariya pêximber Mezdek: Navê wî Mezdek kurê Bamdane. Peywendiya zimanî ya navê wî bi xwedayê ariyanî Mezda ra heye. Bi herhal ew di sala 467 z. da ji dayîk bûye. Hatiye gotin ku ew ji Neysapûr yan jî Nîsapûr (bi farisî Nîşapûr) li eyaleta Xurasanê, bakur-rojhilatê Îranê, li nêziya bajarê Meşhed yê niha bûye. Di demên kevin da Nîsapûr paytextê Xurasanê bû. Lê hinek bawer dikin ku Mezdek ji bajarekî bûye ku şopên wî bi navê (Text Cemşîd) yanê (textê payedariya Cemşîd) têne naskirin. Navê wî yê kevin bi farisî (Parse) bû û Yûnanan nav lêkir (Persepolis) ku ew paytextê Emperatoriya Axemenî bûye; ew bi dûrbûna 70 km li bakur-rojhilatê Şîrazê, li parêzgeha Fars ya îranî dikeve . Lê belê Dr. Mihrdad Îzady xwediyê baweriyeka cuda ye. Ew dibêje ku tevgera Mezdekî ji herêmên çiyayên Zagros (Mîdiya kevin) destpêkiriye û ku Mezdek yek ji rûniştivanên wê herêmê yên resen bûye. Baş tê zanîn ku çiyayên Zagros li tenişt çiyayên Toros landik û dergûşa neteweya Kurdin. Birêz Dr. M. Izady pisporê dîrokê ye û ew bi xwe ji rojhilatê Kurdistanê ye. Dawereka din ya bihêz heye ku piştgiriya baweriya wî dike; ew jî ewe ku alîgirên Mezdekiyê li çiyayên Zagros û derdorên wî gelek pirin. Fethî Muhemed El Zeẍbî dibêje: \"Dema ku Îslametî xuya bû, Mezdekî li derdorên çiyan li Azerbeycan, Ermîniya û deverên din belavbûyî bû, li wir bihêz û rûniştiyayî bû\" . Mebest bi çiyan, çiyayên Zagrosin. Hêjayî gotinê ye ku em bêjin, dema Îslametî di destpêka sedsala heftan ya z. da xuya bû, hên Azerbeycan û hin beşên Ermîniya kurdî bûn. Tiştê ku baweriya Dr. M. Izady piştrast dike ewe jî, ku tevî siyaseta perçiqandin û qirkirinê li dijî Mezdekiyan di serdema Sasanî da û tevî perçiqandina ku ew di serdema Îslamî da pêra rû bi rû bûn, dîsa jî baweriya Mezdekî li çiyayên Zagros û Azerbeycanê bihêz ma. Rûniştivanên wan herêman bi gelek şoreşan li dijî Dewleta Xîlafetê rabûn, û vejandina Mezdekiyê ji armancên wan yên here diyar bû. Şoreşgerên wê serdemê bi navê (Xûremiye) hatine naskirin. Ev nav li gor navê rojê (hûr = xûr = sûr) di zimanên ariyanî da ye; helbet kurdî jî di nav da . Tiştê balkêş ewe ku agahdariyên pêximber Mezdek pêş diyarkirina pêximberiya wî di tariyê da mane; bi vajayî pêximber Zerdeşt û pêximber Manî. Em derbarê wî tenha dizanin ku ew yek ji mezinên oldarên ayîna Zerdeştî bûye (Mobed = Mogbed = Mog = Mag). Mobed bi xwe jî (Atrûban = Atrûvan = Agirvan)-e, yanê ewê ku çavdêriya dêlîndêzên taybet bi agir di perestgehên zerdeştî da dike, û (Mobed Mobedan) serekê bilind û rawêjkarê yekemîne di hemû mijarên girêdayî ayîna Zerdeştî da. Asta wî mîna asta Papa di Kirîstiyaniyê da û mîna asta Şeyx El Îslam di serdema Osmanî da ye . Di lêkolîneka dahatî da emê ronahiyê bidin ser avahiya civakî û xwedawendî ya ayîna Mezdekî. Emê li vir bes bînin ber çavan ku Mezdek pêximberiya xwe di dema padîşahê Sasanî Qubad kurê Feyrûz (ji 488 - 531 z. serdarî kiriye) da daye xuyakirin. Doza wî wek şoreşeka sosyalîstî bû li dijî rewşa kambax di padîşahiya Sasanî da û li dijî zordariya li cemawerê gel ji aliyê du çînan da: Çîna oldarên ayîna Zerdeştî û çîna derebeg û arîstokratan. Cemawerên gel li benda kesekî bûn ku wan ji wê zordariyê rizgar bike. Wan di doza Mezdek da hêviya xwe dîtin û, wisa alîgirên wî pir bûn û êdî bûn hêzeka siyasî, xwediya giranahiyeka mezin di padîşahiyê da. Padîşahê Sasanî Qubad ev kombûna cemawerî ku Mezdek rêvebriya wê dikir wek derfet ji xwe ra bikaranî û ew jî bû yek ji alîgirên wî. Qubad alîkarî ji Mezdek wergirt ku kelîja oldaran (Mobedan) û ya arîstokrat û derebegan bi sînor bike, û ew di vî warî da biserket. Bi vî awayî Mezdek û alîgirên wî bûn xwediyên asteka bilind di kar û barên ayînî, siyasî û civakî da. Lê belê, Mobedan, arîstokrat û derebeg li dijî Qubad, bi sedema wergirtina wî ji ayîna Mezdek ra û biřîna berjewendiyên wan, bi welgerandinekê rabûn, û ew di sala 499-an z. da ji ser textê padîşahiyê avêtin û birayê wî Camasp danîn cihê wî. Di sala 502-an z. da Qubad dîsa textê padîşahiyê bi dest xwe va anî, şerê yekem li dijî Dewleta Romê di navbera (503 - 505 z.) diyar kir û êdî destpêkir ku xwe ji Mezdek, ji ayîna wî û ji alîgirên wî bidûr bixe. Wî dît ku ji berjewendiya padîşahiyê ye kelîja oldarên Zerdeştî xurt bike, û ku Zerdeştî ew ayîne ya ku dikare li hember Dewleta Romê ya Kirîstiyanî raweste. Bi taybetî jî êdî Kirîstiyanî li hin herêmên padîşahiya Sasanî belav dibû. Wî dît ku şopa sosyalîstî ya ku Mezdek doza wê dike dijberiyan di nava çînên civakê da kûr dike. Rabû mijara Mezdek da dest kurê xwe - cihgirê textê padîşahiyê Xusro (Xusroyê Yekem Anoşîrwan) ku xwe ji Mezdek û alîgirên wî rizgar bike. Felsefeya Mezdek ya civakî li ser wekheviyê û hevbeşbûna samanê hatibû danîn, daku ti çîna taybet nikaribe samanê di dest xwe da bihêle. Helbet tê zanîn ku dîrok ji aliyê yên serkeftî da tê nivîsandin, û ji ber ku Mezdek ji binkeftiyan bû, tawanbariyên pir xirab avêtin ser. Yek ji wan ewe ku wî jin jî kirine malê tevayîya civakê û ku rojekê ji rojan li dîwana Qubad û kurê wî Xusro rûniştibûye û bano dayîka Xusro hatiye dîwanê; Mezdek rabûye ji Qubad xwastiyê ku wê bide wî daku pêra rakeve, û ku Qubad li gor ayîna Mezdekî nikarîbûye daxwaza wî nepejirîne. Rabûye Xusro li ber Mezdek geriyaye ku dayîka wî ji raketina bi wî ra bibexşîne. Piştî wê Mezdek libergera Xusro pejirandiye. Qubad û kurê wî Xusro gotina xwe kirin yek ku xwe ji Mezdek rizgar bikin. Rabû Xusro bi Mezdek ra dakete pêşbirkekê. Li gor gotûbêjeka din, pêşbirk di navbera Mobedan û Mezdek da pêkhatiye, û Mezdek di pêşbirkê da bi binketiye, û Xusro ew li dor sala 528-an z. kuştiye. Di dawiya serdariya padîşah Qubad da Mezdekî raserî qirkirin û komkujiyan bi awayekî berfireh hatine. Dema ku Xusroyê Yekem desthilatdarî wergirt, komkujî ji Mezdekiyan ra bi awayekî pilankirî li seranserê herêmên padişahiyê pêkhatin û ev bû sedema têkçûna wan bi giştî . Niha ma ku em xwedawendiya Mezdekî û felsefeya Mezdek ya sosyalîstî nasbikin. Evê mijara me ya dahatî be. Yekşem, 10.04.2016 Jêder ======= -Hasan Pîi Niya, Dîroka Îranê ya kevin, rûpel 355. - Fethi Muhemed El Zuẍubi, Ẍulat El Şî\'e, rûpel 554. - Mihrdad Izady: The Kurds, rûpel 131. - Ebdellah El Ebedani, Dîroka ayîna Zerdeştî, rûpel 103. -El Qelqeşendi, Sobuh El E\'şa, 4/414.

åá ÊÑÛÈ Ýí ÇáÊÚáíÞ Úáì ÇáãæÖæÚ ¿

ÅÓãß :
ÇáãÏíäÉ :
ÚäæÇä ÇáÊÚáíÞ :
ÇáÊÚáíÞ :


 
 |    ãÔÇåÏÉ  ( 1 )   | 
http://www.tirejafrin.com/index.php?page=category&category_id=204&lang=ar&lang=ar