الفن والثقافة والتراث هوية الشعوب ... فلنحافظ على تراثنا الفلكلوري الكردي ..... لمتابعة آغاني الملاحم الكردية والتراثية اضغط هنا  ::::   أحبتي زوار موقع تيريج عفرين ..... قريباً سيعود الموقع إلى نشاطه السابق . ::::   آخر لقطات بعدسة تيريج عفرين .... شاهد الصور  ::::    شاهد الآن كليب تيريجن عفرين 4.... تيريج روج آفا - الجزء الرابع  ::::    الوديان في منطقة عفرين ... اقرأ المزيد  ::::    سياحة من تراثنا الشعبي ..... المضافات في منطقة عفرين ودورها الاجتماعي  ::::   أهلا بكم في موقع تيريج عفرين ....... Hûn bi xêr hatin :::: 
EN
Sat - 20 / Apr / 2024 - 12:40 pm
 
 
http://www.tirejafrin.com/site/bayram.htm
الزاوية الأدبية »

Telqîna Miriyan

========
Bi tevahî, li gor bawerî û adetên mislimanan, gava ku mirov dimre, tê şuştin, kefenkirin, binaxkirin û paşê tê telqînkirin. Telqîn jî piştî veşartinê li ser gorê ji hêla xoce yan şêxekî olî ve tê xwendin.
Telqîn bi xwe lave, gotin û zînine olî ne, li her deverekê û li gor her rêolekê (mezheb), pirhindik, ji hev cuda dibin. Lê belê ew bi tevahî di çarçewa zanîna olî ya derbasbûna miriyan bo cîhana din de digere. Mebest jê ew e, ku kesê mirî bersiva pirsên herdu firîşteyên hesabê gorê (Enker û Nekîr) bi şêweyekî rast bide, û ol û baweriyên xwe yên mislimantiyê yên jiyana xwe ya dinyayê diyar bike.
Telqîn ne ferza û ne jî sinet e, ew di dema pêxember de tine bû. Loma jî deqeke yeksane û hevgirtî ji telqînê re nîne. Lê belê bi tevahî, xwendina wê bûye adeteke cihgirtî, naverok û mebest wê jî li hemî deveran pir nêzîk hev dibin. Û li navça me -Efrîn- bi piranî ev herdu deqên jêrîn li ser gora miriî tên gotin, telqînek  ji mezinan re heye, yek jî nemaze ji miriyê zarok re ye.
Me ev herdu deq ji pirtûkeke kevin wergirtin û wergerandin Kurmancî. Hêviya me ew e, ku xoceyên me telqîna miriyên me bi Kurmancî bikin. Çima na!? Madam Tirk, Ereb û Ecem erkên xwe yên olî bi zimanên xwe dikin, ma çima emê jî wan erkan, û di nav de Telqînê, bi zimanê xwe nebêjin!? Nemaze jî, ew ji hêla milet ve û ji aliyê olî ve jî tê qebûlkirin, û bêguman wê cihê razîbûn û spasiyê be jî.

 
تلقين الميت
بسم الله الرحمن الرحيم
لا إله الا الله محمد رسول الله، لا إله الا الله وحده لاشريك له، له الملك وله الحمد يحي ويميت وهو حي، دائم، قائم، قاهر، قادر، عادل، فاضل، لاينام، ولايموت، ولايفوت، ولايحول، ولايزول ابدا، ابدا ذو الجلال والاكرام، بيده الخير وهو على كل شيء قدير.
قال تعالى: ((كل نفس ذائقة الموت، وإنما توفون اجوركم يوم القيامة، فمن زحزح عن النار وأدخل الجنة فقد فاز، وما الحياة الدنيا إلا متاع الغرور. ما عندكم ينفد وما عند الله باق. كل شيء هالك الا وجهه، له الحكم وإليه ترجعون.
كل من عليها فان ويبقى وجه ربك ذو الجلال والإكرام. إنك ميت وإنهم ميتون، ثم إنكم يوم القيامة عند ربكم تختصمون)).
يا عبدالله ابن أمة الله، اذكر العهد الذي خرجت عليه من دار الدنيا الى دار الآخرة، وهو شهادة: أن لا إله الا الله وأن محمدا رسول الله، وأن الجنة حق، وأن النار حق، وأن الموت حق، وأن القبر حق، وأن منكرا ونكيرا حق، وأن السؤال حق، وأن الجواب حق، وأن الحساب حق، وأن الميزان حق، وأن القصاص حق، وأن الحوض حق، وأن الشفاعة حق، وأن الصراط حق، وأن الحشر حق، وأن رؤية الله تعالى في الجنة للمؤمنين حق، وأن الساعة آتية لاريب فيها، وأن الله يبعث من في القبور، وأنك رضيت بالله ربا واحدا، وبالإسلام دينا، وبمحمد صلى الله عليه وسلم رسولا ونبيا.
هذا أول منزل من منازل الآخرة وآخز منزل من منازل الدنيا الفانية. كما قال الله تعالى في محكم كتابه العزيز الحكيم:
((منها خلقناكم، وفيها نعيدكم، ومنها نخرجكم تارة اخرى)).
الآن يأتيك الملكان الكريمان الموكلان المحاسبان، فلا يفزعاك، ولا يروعاك، ولا يهولاك، فإنهما خلق من خلق الله تعالى، فإذا سألاك: من ربك، ومن نبيك، وما إمامك، وما دينك، وما قبلتك، وما إخوانك؟
فقل: الله ربي، ومحمد نبي، والقرآن إمامي، والكعبة قبلتي، والإسلام ديني، والمؤمنون والمسلمون كلهم إخواني، على ذلك خلقت، وعلى ذلك حييت، وعلى ذلك مت، وعلى ذلك تبعث إن شاء الله تعالى وأنت من الآمنين.
ثبتك الله بالقول الثابت، اللهم ثبته بالقول الثابت، ((يثبت الله الذين آمنوا بالقول الثابت في الحياة الدنيا وفي الآخرة ويضل الله الظالمين ويفعل الله ما يشاء)). يا أيتها النفس المطمئنة، ارجعي إلى ربك راضية مرضية فادخلي في عبادي وادخلي جنتي.

Telqîna Mirîyan
Bi Navê Xudayê Mehrebanê Dilovan
    Ji Xweda pêve ti Xweda tinene, hezretî Mihemed jî pêxemberê Xweda ye.
Ji Xweda pêve ti Xweda tinene, ew bi tenê ye, bê heval e, arzû ya wî ye, malavabûn ji wî re ye, zindî dike û dimrîne, jîndar e, herdemî ye, şiyar e, serdar e, hêzdar e, dadmend e, camêr e, xew nake, namire, çavdêr e, pêdar e, her heye, her xudanê gewrahî û rûmetê ye. Çêxazî di destê wî de ye, û li ser hertiştekî serdar e.
Xweda gotiye: (( Her nefsek wê mirinê bibîne, lê winê sûdeyê karê xwe li roja qiyametê bibînin, kî ji êgir hat bidûrxistin û derbas bihuştê bû, ew serkeftî ye, jîyana vê dinyayê jî tenê tiştê ji bo nefsgirtinê ye. Tiştê li ba we xelas dibe, lê yê li ba Xweda dimîne. Ji heyîna Xweda û pêve her tiştek fanî ye, destlat a wî ye, û winê li wî jî vegerin. Hertiştek li ser zemînê wêran dibe, tenê Xwedayê te yê gewre û rûmetdar dimîne. Tuyê bimirî, ew jî wê bimrin, pişt re winê li roja qiyametê li ba Xwedayê xwe  bi rûyê hev kevin)).
Ey evdalê/evdala Xweda kurê evdala Xweda, soz û peymana ku tu li ser ji cîhanê derketî û diçî diyarê axretê bibîr wîne, ew jî şihadeta:
Ji bilî Xweda ti Xweda tinene, hezretî Mihemed jî pêxemberê Xweda ye, û bihuşt jî rast e, agir  jî rast e, mirin jî rast e, gor jî rast e, Munkir û Nekîr jî rast in, pirskirin jî rast e, bersiv jî rast e, hesab  jî rast  e, mîzan jî rast  e, gunehvedan jî rast e, ĥewzoyê kewserê jî rast e, lêborîn jî rast e, pira siratê jî rast e, ĥeşir jî rast e, dîtina bawermendan ji Xweda re di bihuştê de jî rast  e, hatina qiyametê  jî bêguman e, Xweda kesên di goran de vedijîne. Tu jî bi Xudayê xwe mîna yek Xweda razî bûyî, Îslam  dînê  te ye, hezretî Mihemed  jî nimêj û silava Xweda lê be şande û pêxember e.
Ev gora warê yekê ye ji warên axretê, û warê dawîyê ye ji warên cîhana fanî. Mîna ko Xweda di pirtûka xwe ya hêja û hişmend de gotîye:
(( Me win ji axê afirandin, emê we lê vegerînin, û  careke din jî ji bo vejînê û hesêb we jê derînin)).
Niha du pêriyên pîroz wê werin ba te,  ew pêriyên hesêb in, bila tu ji wan veneciniqî, jê netirsî, jê bêzar nebî, ew mexlûq in  ji mexlûqên Xwedayê gewre, eger ji te pirsîn:
Xwedayê te  kî ye? Pêxemberê te kî ye? Îmamtîya te çî ye? Ola te çî ye? Qulba te çî ye? Birayên te kî ne?.
Bi zimanekî azad û zelal bêje:
Xweda Xwedayê min e, hezretî Mihemed pêxemberê min e, Quran îmama min e, Ke\'be qulba min e, Îslam ola min e, bawermend û misliman tev birayên min in, ez li ser wê xulq bûme, li ser wê jîya me, li ser wê jî mirime, û tuyê li ser wan jî werî vejandin, û bi daxaza Xwedayê gewre tuyê ji dilrihtan bî.
Xweda te li ser gotina rast rawestîne, Xwedayo tu bi gotina rast wî rawestînî, ((Xweda mirovê bawermend li jiyanê û li axretê bi gotina rast radiwestîne, Xweda zaliman jî rêhindayî dike, û tiştê ku dixawze jî dike)).
Ey nefsa dilrihet, bi dilekî razî û bi razîbûn li Xwedayê xwe  vegere û derbas be nava perestvanên min, û têkeve nava bihuşta min pîroz û bilind.

تلقين الطفل الميت
لا إله الا الله محمد رسول الله. لا إله الا الله وحده لاشريك له، له الملك، وله الحمد، يحي ويميت، وهو حي، دائم، قائم، قاهر، قادر، عادل، فاضل، لاينام، ولايموت، ولايفوت، ولايحول، ولايزول ابدا، ابدا ذو الجلال والاكرام، بيده الخير وهو على كل شيء قدير.
اللهم وهذا الطفل الذي لم يبلغ الأحلام، ولم تجر عليه الأقلام، ولم يكتسب الخطايا والآثام، خلقته برحمتك وتوفيته بإرادتك، وهو من عبادك الصالحين، اللهم اجعله فَرَطاً لأبويه وسلفا، وذخرا، وعظة، واعتبارا، وشافعا، ومشفعا لهما، وَثَقِّلِ اللهم أجرهما، وارفع به درجاتهما، وأفرغ الصبر على قلوبهم. اللهم اجعله مهبطا إلى باب جنتك حتى يدخلا أبواه فيها وينالا ما يتمنياه.
يا معشر الحاضرين رحمكم الله، جعل الله حطامنا وحطامكم في أعلى عليين، وأثابنا وأياكم ثواب الصابرين، وغفر الله لنا ولكم أجمعين.
اللهم اغفر لأهل القبور من المؤمنين والمؤمنات، والمسلمين والمسلمات أجمعين، وأجعل اللهم في قبورهم الضياء والنور، والفسحة والسرورو، والبهجة والحبور، والمغفرة على أهل القبور. إنك ملك رب غفور رحيم، دعواهم فيها سبحانك اللهم وتحيتهم فيها سلام وآخر دعواهم أنِ الحمد لله رب العالمين.

Telqîna Zarokan
Ji Xweda pêve ti  Xweda tinene, hezretî Mihemed jî pêxemberê Xweda ye.
Ji  Xweda pêve ti Xweda tinene, ew bi tenê ye, bê heval e, arzû ya wî ye, malavabûn ji wî re ye, zindî dike û dimrîne, jîndar e, herdemî ye, şiyar e, serdar e, hêzdar e, dadmend e, camêr e, xew nake, namire, çavdêr e, pêdar e, her heye, her xudanê gewrahî û rûmetê ye. Çêxazî di destê wî de ye, û li ser hertiştekî serdar e.
Xwedawo, ev zarokê ko hîn hişdar nebûye, pênûsan li ser nekirine, şaşî û guneh wernegirtine, te bi dilovaniya xwe  afirand û bi vîna xwe  mirand, ew jî ji perestvanên te yên çêxaz bû, Xwedawo tu wî ji dê û bavê wî re bikî pêşber, sermiyan, hişdarî, \'ibret, lêbordar  û lêborxazû tu bi wî qezenca wan giran bikî, dereca wan bilind bikî, û tebatê bi ser dilên wan de berdî. Xwedawo ta dema dê û bavê wî dikevin bihuştê û dilxaziyên xwe  bidest dixin, tu wî li ber deriyê bihuşta xa  bikî bendewar.
Gelî amadeyan, dilovaniya Xweda li we be, Xweda qerqodeyên me û we bigihîn cihê herî bilind, sewaba sebirdaran bike para me,  û Xweda li gunehên me û we tevan bibore.
Xwedawo tu li miriyên bawermend û li hemî mislimanan boborînî. Xwedawo tu gorên wan ron, bi ronahî, fereh, bi şahî, rûgeş û dilşa bikî, û li xelkê goristanan biborînî. Tu paşa yî , Xuda yî, lêbordarî, dilovanî, lava wan di goran de bi navê te ye, bixêrhatina wan di goran de aştî ye, lava wan a dawîn jî: Mala Xwedayê tevahiya gerdûnê ava.

دعاء بعد التلقين
اللهم يا أنيس كل وحيد، ويا حاضرا ليس يغيب، انس وحدتنا ووحدته، وارحم غربتنا وغربته، ولقنه حجته، ولاتفتنا بعده، واغفر لنا وله يا رب العالمين.
اللهم إن كان محسنا فزد في حسناته، وإن كان مسيئا فتجاوز عن سيئاته.
اللهم ارحمه وعافه واعف عنه، وأكرم نزله ووسع مدخله، واغسله بالماء والثلج والبرد، ونقه من الخطايا كما ينقى الثوب الأبيض من الدنس، وأبدله دارا خيرا من داره، وأهلا خيرا من أهله، وأدخله الجنة، وأعذه من عذاب القبر ومن عذاب النار.
وصلى الله على سيدنا محمد وعلى آله وأصحابه أجمعين.
إلى حضرة النبي المصطفى وآله وأصحابه وإلى أرواح أمواتنا وأموات المؤمنين وخاصة روح المرحوم الفاتحة.

Lava piştî telqînê
Xwedawo.. Xoşhevalê bêkesano, tu her heyî, herdem li ba me yî. Xwedawo tu tenêbûna me û wî hêsan bikî, li xerîbiya me û wî dilovan bî, ĥuceta wî jê re bêjî, piştî wî rêka me winda nekî, li kêmaniyên me û wî biborî ya Xwedayê cîhanê.
Xwedawo.. Eger ew çêkar bû, çêkariyên wî pir bike, û eger gunehkar bû li gunehên wî bibore.
Xwedawo.. Tu dilovaniya xwe li wî bikî, wî biparêzî, lê biborî, warê wî di bihuştê de bilind bikî, dergeh û gora wî fereh bikî, bi avê, berfê û zîpikan bişoyî, tu wî ji gunehan pak bikî, wekî çawa kirasê sipî ji qirêjê pak dibe, maleka ji mala wî çêtir, xudanin ji xudiyên wî çêtir bidê, wî derbas bihuştê bikî, û ji eşa gorê û ji êşa êgir biparêzî.
Selewata Xweda li ser seydayê me Mihemed û malbat û hemû dostên wî be.
Ji bo hezretî pêxember Mistefa, malbata wî, dostên wî, giyanê miriyên me û miriyên bawermendan, bi taybetî jî ji bo giyanê miriyê me yê dilovanî    El Fatîhe...


Wergerandin ji Erebî: Dr. Mihemed.E. Elî
Hûrnêrîna olî: Luqman Mihemed
www.tirejafrin.com

31/7/2012 


هل ترغب في التعليق على الموضوع ؟

إسمك :
المدينة :
عنوان التعليق :
التعليق :


 
 |    مشاهدة  ( 1 )   | 
http://www.tirejafrin.com/index.php?page=category&category_id=204&lang=ar&lang=ar