الفن والثقافة والتراث هوية الشعوب ... فلنحافظ على تراثنا الفلكلوري الكردي ..... لمتابعة آغاني الملاحم الكردية والتراثية اضغط هنا  ::::   أحبتي زوار موقع تيريج عفرين ..... قريباً سيعود الموقع إلى نشاطه السابق . ::::   آخر لقطات بعدسة تيريج عفرين .... شاهد الصور  ::::    شاهد الآن كليب تيريجن عفرين 4.... تيريج روج آفا - الجزء الرابع  ::::    الوديان في منطقة عفرين ... اقرأ المزيد  ::::    سياحة من تراثنا الشعبي ..... المضافات في منطقة عفرين ودورها الاجتماعي  ::::   أهلا بكم في موقع تيريج عفرين ....... Hûn bi xêr hatin :::: 
EN
Sat - 20 / Apr / 2024 - 2:35 am
 
 
http://www.tirejafrin.com/site/m-kamel.htm
الزاوية الأدبية »
حكم وأمثال كردية معاصرة ... 2

PEND Û MÎNOLOKÊN KURDÎ YÊN NÛJEN 

PARTA DIWEMÎN

Jana giran ku mirov çanda xwe berde û bi ya biyaniyan bigre û di boteka wan de bipişife .

****************                                    

Zimanê te nasnama te ye nasnama te tine be kes te nas nake .
***************

Zimanê te kesîtiya te ye zimanê te winda bibe kesîtiya  te jî winda dibe .

***************

Kurdîtiyê zimanê te mûsîka te ye , ew bi huner û merêsa te pêkhat , biparêze wekî ew te diparêze , wî tu Kurd hêşt tu jî wî Kurd bihêle .

***************

Kurdîtiyê zimanê te çeka te ye te diparêze , tu ji dest xwe bidî te canê xwe ji dest xwe da .

**************

Zimanê te kilîta zêndana te ye , te azadî xwest kilîta te deriyê wê vedike û te serbest dike .

**************
AN BI VÎ TEHERÎ JÎ

Zimanê te kilîta zêndana te ye tu azadiyê bixwazî tuyê deriyê zêndana xwe pê vekî û serbest bibî .

***************

- Zimanê te rûmeta te ye , tu di zimanê xwe bibûrî tu di rûmeta xwe bûrî , û tu di rûmeta xwe bûrî kesîtiya te daket û tu bê nerx bû .

***************

Û HEM EV BI VÎ AWAYÎ JÎ RENG DIDE

Zimanê mirov rûmeta mirov e mirovê ku di zimanê xwe bibûre di rûmeta xwe dibûre û mirovê ku di rûmeta xwe bûrî kesîtiya xwe dadikeve û bê nerx dibe .

****************

Ziman sîmfoniyeke suriştê ye sîmfoniya suriştê ti asa û eydyolojî ku ew çendî 1- pelçikok û ruxinde  bin nikanin wê bêdeng an ketexe bikin û ewê tim pêş ve biçe û wirar bibe .

***************

Ziman dorêmiya dayîkê ye gelo ma ti deng ji dengê dorêmiya dayîkê xweştir he  ye ?

***************

Ji dengê bilûra evîndaran xweştir dengê ziman  e.

***************

Şovîner dengê axaftina min bi zimanê Kurdî di guhê te de bobelat e û dîdara min ber çavê te dûmanek tarî ye , de hovo here di şovîntiya xwe de bizingire .

**************
         
Û GOTIN BI VÎ RENGÎ JÎ DISÊWIRE

Şovîner dengê axaftina min bi zimanê Kurdî di guhê wî de bobelat e û dîdara min ber çavê wî dûmanek tarî ye de bila here di şovîntiya xwe de bibejire .

******************

PEYVNASKIRIN : 1- pelçikok û ruxinde : Ê surişta xwe ser
pelçikandin û ruxandinê .
 
24/2/2012


هل ترغب في التعليق على الموضوع ؟

إسمك :
المدينة :
عنوان التعليق :
التعليق :


 
 |    مشاهدة  ( 1 )   | 
http://www.tirejafrin.com/index.php?page=category&category_id=204&lang=ar&lang=ar